PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di ragihandina xwe dawî de diyar kir ku 5 kesên din li Silêmaniyê bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketine.
Li gor daxuyaniyê, encamên pişkinînên 5 kesên din li Silêmaniyê pozitîv derketiye û tûşî vîrusa koronayê bûne.
Hat ragihandin ku di nava tûşbûyan de birayek û du zarokên kesê ku îro tûşbûna wî bi koronavîrusê hatibû piştrastkirin, hene.
Herwiha xizmek û xwîşkeke tûşbûyê ku berî niha li Silêmaniyê can dabû, di nava tûşbûyên îro de ne. Bi vê yekê hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, derket 34 kesan.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku ji destpêkê ve heta niha tûşbûyekî vîrusa COVID-19 baş bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya tûşbûyên koronavirusê li Herêma Kurdistanê, ji bajarê Silêmaniyê ne. Ji 34 kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûne, 25 kes ji Silêmaniyê û 9 kes jî ji Hewlêrê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin