PeyamaKurd- Hêzên Amerîkî yên Hewayî, li Bakurê Rojhilatê Somaliyê li dijî rexistina terorî ya bi navê Eş-Şebabê êrîşek pêk anî. Di encama êrîşê de 27 endamê rêxistinê hatin kuştin.
Fermandariya Hêzên li Efrîqayê yên Amerîkî, ragihandin ku li Bakurê Rojhilatê Somaliyê, hêzên Amerîkî li dijî Eş-Şebabê êrîşek pêk anîne. Di êrîşê de hate piştraskirin ku 27 endamên rêxistina terorî hatine kuştin. Lê belê ti zerar negehaye gelê sivîl.
Di daxuyaniyê de Fermandariya Hêzên li Efrîqayê yên Amerîkî, eşkere kir ku ji bo parastina welatiyên Amerîkî û tunekirina terorê, ew bi hêzên Somalî re hevpar xebitîne.
Ev êrîş li dijî rêxistina Eş-Şebabê di vê salê de êrîşa herî mezin bû. Herî zêde kuştin jî di vê êrîşê de çêbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin