PeyamaKurd – Îsraîlê bi helîkopterên xwe yê şer, êrîşek asmanî li ser binkeyên başûrê Sûriyê pêk anî.
Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand, 3 binkeyên hêzên Sûriyê li xêzên pêş li nêzîk Colanê hatine bombebarankirin.
Li gor heman çavkaniyên leşkerî, di êrîşê de 2 serbazên Sûrî bi sivikî birîndar bûne û agir bi daristanên navçeyê ketiye.
Herwiha artêşa Îsraîlê ragihand ku helîkopterên artêşê, çend pêgehên hêzên Hikûmeta Sûriyê li nêzîk Colanê kirine armanc.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, binkeyên çavdêrî û îstîxbaretê yên artêşa Sûriyê li wê deverê hatine bombebarankirin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir, ev êrîş bersivdana êrîşekê li nêzî sînorê Îsraîlê bûye ku ji encama wê zirer û ziyan gihaştibû maleke sivîl û agir bi darûberên navçeyê ketibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin