Amerîkayê ji bo Venezuelayê hisyarî da Tirkiyê: 20 ton zêr...

Amerîkayê ji bo Venezuelayê hisyarî da Tirkiyê: 20 ton zêr...

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Amerîka bazirganiya Tirkiyê ya bi Venezuelayê re lêkolîn dike û heger bê tesbît kirin ku dorpêçên ser Venezuelayê binpê kirine, dê Washington li dijî Tirkiyê bikeve tevgerê.

Rayedarekî Amerîkî ji Reutersê re ragihandiye, “Amerîka bazirganiya hevpeymana NATO Tirkiyê ya bi Venezuelayê re dişopîne û heger biryarê li ser binpêkirinekê bide dê bikeve tevgerê.”

Hêjayî gotinê ye Amerîkayê 3 meh berê ji bo rê li ber firotina zêrên Venezuelayê bê girtin dorpêç ragihandibûn û Tirkiyê jî di sala 2018an de bêhtirî 20 zêr ji Venezuelayê kirîbûn.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku dê Cîgirê Wezîrê Darayî yê Amerîkayê ku ji têkoşîna dijî fînansmana terorê berpirsiyar e Marshall Billingslea îro înê serdana Enqerê bike û mijarên dorpên ser Îran û Venezuelayê bi rayedarên Tirk re gotûbêj bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin