PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Amerîkayê William Barr, ragihand ku bo kurê serokê nû yê Amerîkayê, kurê Joe Biden Hunter Biden û gotinên bo hilbijartinan ku di hilbijartinê de nerewatî heye û ji aliyê Trump de tê gotin, bo lêpirsîna wan her dû mijaran, dê dozgerekî taybet tayin neke û di vê mijarê de berê jî beyana xwe ragihandibû. Barr, got ku ew li pişt gotinên xwe yên berê ye.
Barr, berê jî di 1 ê mehê de bo ajansa Associated Pressê gotibû ku delîl tinene di hilbijartinan de gendelî çêbûye an tiştên biçûk hebin jî ne ew tiştin ku encama hilbijartinê biguhêrînin.
Barr, li ser gotinên rexneyî yên Trumpî ragihandibû ku dê di 23 yê mehê de dev ji wezîfa wezîrtiya dadê berde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin