PeyamaKurd - Parlementoya Kurdistanê li ser ragihandina “Roja Komkujiya Êzîdiyan” dicive.
Parlementoya Kurdistanê li gorî dema Hewlêrê saet 11:00an li ser wê yekê dicive ku roja 3 Tebaxê wek “Roja Komkujiya Êzîdiyan” were ragihandin. Ji ber ku parlemento di bêhnvedana havînê de ye, civîna îro awarte ye.
Tê zanîn roja 3 Tebaxa 2014an hovên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn.
Di encama wê êrişê de bi hezaran kurdên êzîdî hatibûn qetilkirin, bi hezaran keç û jinên êzîdî hatibûn revandin û bi deh hezaran jî koçber û derbider bibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin