PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 248 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin ku ji 248 pêketiyên nû yên koronayê 53 kes li Hewlêrê, 47 kes li Silêmaniyê, 130 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 14 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.
11 kesên can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Raperînê ye.
Herwiha hat diyarkirin ku di nav 24 demjimêrên borî de 497 nexweşên koronayê j baş bûne ku ew jî 116 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 331 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê ne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 99749 kesan, ya mirinan bû 3267 kes û heta niha 63719 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin