PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin û hevtayê wî yê Tirk Hulusi Akar bi rêya telefonê axifîn û Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Amerîka John Kirby, li ser axaftina wan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Amerîka John Kirby diyar kir, Austin û Akar li ser mijarên herêmî û hevkariya dualî peyivîne.
Li gor daxuyaniyê, Austin pêwendiya Washington û Enqerê ya ser berevaniyê ji nû ve piştrast kiriye.
Herwiha Austin û Akar dê di 14ê Hezîranê de, li Hilcivîna NATO hevdîtinekê çêkin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkîyê jî ji Twitterê destnîşan kir, Akar û Austin li ser mijarên herêmî û ewlekariyê peyivîne û axaftina her du wezîran erênî bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin