PeyamaKurd - Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq ragihand, serokatiya parlamentoyê wê li gel serokatiya herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bicive ji bo avakirina yek lîsteya kurd di hilbijartinên Iraqê de.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê îro 28ê Çile bi nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê re, ji bo hilbijartinên Iraqê bi armanca rêkxistin û yekdengiya aliyên Kurdistanî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê civiya.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq piştî civînê ji rojnamevanan re ragihand, li gor yasayê, erkê parlamentoyê ye wek nûnerê gelê Kurdistanê hewla yekdengiya aliyên kurdî di hilbijartinên Iraqê de bide.
Fayiq bal kişand ser nakokiyên aliyên siyasî yên Kurdistanê û got: “Ji hev dûriya partiyan cihê nîgeraniyê ye” û got, di civînê de hemû partiyên siyasî amade bûn, behsa amadekariyên teknîk bo hilbijartina parlamentoya Iraqê hate kirin û biryar hate dayîn bilez li gel serokatiya herêma Kurdistanê û polîtburoyên partiyên Kurdistanê guftûgo bê kirin, ji ber dem di berjewendiya kurdan de nîne.
Rêwaz Fayiq diyar kir, her partiyeke siyasî mezinahiya xwe dizane, divê partiyên mezin ên Kurdistanê mafê partiyên biçûk li berçav bigirin, ji bo ku kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin