PeyamaKurd - Tirkiye di 27ê Berfanbarê de bi Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbayayê re Peymana Mûxtiraya Sînorên Behra Sipî îmze kir.
Peyman di 21ê Berfanbarê de hat Parlamena Tirkiyê(TBMM). Partiyên muxalefetê CHP, HDP, IYI Partî li dijî derketin lê bi dengên AKP û MHP hat qebûlkirin.
Peymana Muxtiraya Ewlehî û Hevkariya bi Lîbayayê re roja pêncşemê di Rojnameya Fermî ya dewletê de jî hat pexş kirin. Bi peymanê Tirkiye dikare bi Lîbyayê re hevkarîya leşkerî, parvekirinên îstîxbaratî, veguhertina xwendekar û xebatkaran, herwiha piştgirîya lojîstîkî bike.
Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan got "Li Behra Sipî em dest dirêjê mafê kesî nakin, armanca me ew e ku pêşî li destdirêjîya mafê xwe bigrin."
Erdogan da zanîn tezkereya Lîbyayê ya ku rê li şandina leşkerên Tirkiye vedike, di 8ê Çileyê de li parlamenê dê gotûbêjkirin.
Duh roja pêncşemê 26.12.2019an rayedarejkî Lîbyayî ji Reutersê re got ku hikûmeta wî bi fermî ji Tirkîyê xwest ku “bi rêya esmanî, bejayî û deryayî piştgirîya leşkerî” bide wê ku bikaribe rê li ber êrîşa ser paytext Trablusê bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin