PeyamaKurd – Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, ji bo ewlekariya sînoran û metirsiya PKKê civînek di navbera Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de hat lidarxistin. Di encama civînê de biryar hat wergirtin ku heyetek ji herdu aliyan were amadekirin.
Hat zanîn civîn li ser zêdebûna liv û tevgera PKKê li Sîdekan û Şingalê ku artêşa Tirkiyê bi berdewamî operasyonan li ser dike û herêmên sînorî bombebaran dike hatiye lidarxistin.
Şêwirmendê medyayî yê Wezareta Pêşmerge Babekir Feqe li ser mijarê ji medya Kurdistanê re ragihand, “Di civîna navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de, pirsgirêkên li ser sînoran hatine gotûbêjkirin û biryar hatiye dayîn, bi Bexdayê re li ser plansaziyê û bernameyeke nû derbarê mijarê de civînek were lidarxistin.”
Herwiha Berpirsê Asayîşê yê Parlemena Kurdistanê Nizar Xefar jî li ser mijarê da xuyakirin, “Pirsgirêk siyasî ye û girîng e. Pêwîste Bexda û Hewlêr bi hev re çareser bikin û Wezareta Navxweyî beyanekê ragihîne. Êdî dem hatiye ku ji bo ewlekariya sînoran Bexda û Hewlêr ligel hev kar bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin