Civata Nûneran yasaya ku Trump veto kiribû car din pesened kir

Civata Nûneran yasaya ku Trump veto kiribû car din pesened kir

PeyamaKurd - Civata Nûneran ya Amerîkayê ku piranîya wê ji partiya Demokrat pêk tê, careke din li ser projeyasaya budçeya berevanîyê ya Donald Trump veto kiribû, çû dengdanê û ji nû ve pesend kir.Endamên Civata Nûneran li hember 87 dengan bi 322 dengan projeyasaya budçeyê pejirandin.

Biryare Civata Senatoran jî vê hefteyê biçe dengdanê ku li wir jî herî kêm ji sê paran du par deng pêwîst in.

Li Civata Nûneran 212 Demokrat, 109 Komarî û 1 jî serbixwe 322 endaman piştgirî dan pûçkirina vetoyê û 20 Demokrat, 66 Komarî û 1 jî serbixwe pûçkirina vetoyê red kirin.

Trump gotibû, heger ew yasa were pejirandin ewê li gor berjewendîyên Çînê be.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi jî diyar kiriye ku Trump bi vetoya xwe zêdekirina mûçeyên leşkeran red kiriye, garantîyên sereke yên bo aştî û ewlekarîya cîhanê ji holê rakiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin