PeyamaKurd - Xwebexş û dewlemendên bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo ku nexweşîna vîrusa korona zêdetir belav nebe û were kontrolkirin bi bexş û hewlên xwe nexweşxaneyeke meydanî ava kirin.
Li gorî nûçeya K24ê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê kesên xwebexş û dewlemend destpêşxerî kirine û hewla rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona li bajarê xwe didin, ku di 12 rojan de nexweşxaneyeke meydanî dirust kirine û tevahiya kelûpelên tenduristî û pêwîstiyên xweparêziyê jê re dabîn kirine.
Tenê li Mehabadê, kesên xwebexş û dewlemend zêdetir ji 5 milyar Tumen ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona kom kirine. 3 kampanyayên cuda ji bo xerckirina wan pereyan ragihandine, ji aliyekî mask û dermanên pakirina destan dabîn dikin, ji aliyekî din ve jî xwarin û pêwîstiyên rojane ji xelkê hejar re amade dikin.
Li gorî amarên dawî li parêzgeha Urmiyê hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona hezar kes derbas kiriye, lê li Mehabadê heta niha 64 kes tûşbûyên vîrusê hatine tomarkirin, ku ji wan 5 kesan can daye.
Çalakvan û dewlemendên Mehabadê dibêjin, ew naxwazin rewşa bajarê wan ji kontrolê derkeve û hemû hewlên xwe didin ji bo bajarê xwe ji Covid-19 biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin