PeyamaKurd – Li Heftanînê ya li Herêma Kurdistanê di dema operasyona artêşa tirkan de di navbera leşker û endamên PKKê de de qewimî û di encamê de leşkerek û cerdevanek mir
Cenazeyê leşker Bayram Gunay wê li gundikê Derekoyê yê Edîrneyê, yê cerdevan Îlyas Bagaterî jî dê li Tepekoyê yê Hezexa Şirnexê were binaxkirin.
Ji Tebaxa 2019ê û vir ve operasyon dewam dikin
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) ji 24ê Tebaxa 2019an û vir ve li Heftanînê ya Herêma Kurdistanê operasyona bi navê “Pence-3yê” bi rê ve dibin.
Heya niha li gorî daxuyaniyên fermî di 25ê Tebaxa 2019an de 3 leşker, di 2yê Berfanbara 2019an de leşkerek, di 2yê Çilêyê ya 2020an de jî 2 leşker mirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin