Îsraîl: Em ê bi Rûsya re “hêza hevpar ya wezîfê” ava bikin

Îsraîl: Em ê bi Rûsya re “hêza hevpar ya wezîfê” ava bikin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû di mijara hevdîtina bi Vladimir Putin re ku li Rûsyayê hev dîtibûn beyanek da. Netenyahû qesda Îranê kir û got: “Bo hêzên biyanî ji Sûriyê derên em ê bi Rûsya re bixebitin.”

Netenyahû di civîna kabîna xwe de axifî û got ji Putin re gotiye wê li Sûriyê li dijî hêzên Îranî êrîşên wan yên hewayî dewam bikin û bo di navbera Îsraîl û Rûsya de şerekî dernê, wê her dû dewlet di nava têkiliyan de bin. Netenyahû weha dewam kir:

“Ez û Pûtîn li ser armanceka hevpar, an ku piştî şerê hundir destpêkir û hêzên biyanî hatin Sûriyê, bo em wan ji Sûriyê derxin me lihev kir. Di çarçoveya vê armancê de em ê bi hinek ên din re jî bixebitin û ‘hêza hevpar ya wezîfê’ ava bikin.

Rûsya heya niha di mijara ‘hêza hevpar ya wezîfê’ de tiştekî negot

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin