Li Bamanê bebeka 18 mehî ji koronayê can da

Li Bamanê bebeka 18 mehî ji koronayê can da

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, bebeka 18 mehî ku hem nexwexa koronayê hem jî nexweşiya epîlepsî pê re hebû, li ti nexweşxaneyekê cihê razandinê jê re nehat dîtin û can da.

Hat ragihandin ku bebeka 18 mehî ya bi navê S.A ku nexweşa epîlespsiyê bûye û testa wê ya koronayê jî pozîtîf derketiye, tevî giranbûna rewşa tenduristiya wê û hemû hewldanên malbatê jî cih li nexweşxaneyan jê re nehatiye dîtin.

Hat zanîn ku li nexweşxaneya zarokan a Batmanê jî nehatiye razandin û ji ber malbatên ti cihek li nexweşxaneyan peyde nekirine bebeka wan can daye.

Malbat dibêje, wan sê caran bebeka xwe biriye nexweşxaneyê lê her carê jî derzî lêdane û vegerandine mal. Herwiha hat diyarkirin ku roja çaran tevahiya pişika wê ji ber vîrusa koronayê enfeksiyon girtiye û piştî du rojên entubekirinê jî can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin