PeyamaKurd – Li Zanko ya Hacetepe ya Ankara de bebeka 26 hefteyî ya di rehma diya xwe de, doktoran teşxîsa ‘defekta tup ya noral’ jê re danîn û cara ewiliyê di rehma dê de, bebekê emeliyat kirin. Di emeliyatê de narkozê dan bebekê û hem dê jî.
Tîma pisporan ya doktoran ku 30 kesî pêk dihat, bi desteka pisporên navdewletî, di 6,5 seetan de, valahiya di mazmazkaka pişte de girtin. Emeliyatê di rehma dê de ya bi navê Sebiha Çakmak (32) de kirin ku nexweşîna bebekê bi temamî ji xwezaya wê de heye û astengiya pêşdeçûna mêjî û omurilikê dike.
Emeliyata bebekê sergirtî hat kirin û bi kamerayê alavên milimetrik yên niştergeriyê ketin rehma dê û bebekê emeliyat kirin.
Bi vê ameliyatê nexweşxana Hacetepe bû navenda dermankirina nexweşîna navborî. Prof. Dr. Özgür Deren ragihand ku di nav 24 seetan de du emeliyatan kirine û weha got:
“Me di 24 seetan de her dû emeliyatan di rêya teknîka servekirî û hem girtî de kir. Ev karekî tîmekî fireh û koordînasyonê ye. Cerahiya (niştergerî) mêjî bi enesteziyê, peribnatolojiyê, niştergeriya endoskopik re bi koordine dixebite. Niştergeriya sergirtî cara yekê li Tirkiyê tîma me kir. Em bi vê serbilind in. Em 30 kes bûn. Niha tecruba me heye. Dema nexweş werin, em dikarin her dû rêyan bidin ber wan.
Dema em emeliyata sergirtî dikin, em bi kamerayê dikevin nav û birîna emeliyatê biçûk e. Di vê pêvajoyê de, ji ber desteka rektore me rêzdar Prof. Dr. Mehmet Cahit Güran û temamê zankoya me û rêvebirên me em sipasiya wan dikin.”