PeyamaKurd – Platforma Zimanê Kurdî, ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir û daxwaz kir zimanê Kurdî ji warê rewşenbîrî bigire heta jiyanî, di her qadê de bê bikaranîn.
Platformê da zanîn, divê zimanê dayikê ji aliyê her kesî ve were parastin û bikaranîn.
Herwiha daxwaz ji her kesê Kurd kir ku li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve.
Platformê eşkere kir, divê zimanê Kurdî bi awayekî eşkere di qanûnên perwerdeyê de were naskirin û pejirandin.
Herî dawî Platformê destnîşan kir, wan ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî kampanyayeke îmzeyan daye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin