PeyamaKurd - Bo destpêkirina geştên esmanî, Rêveberiya Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, bi Rêveberiya Beşên Balefirvaniyê dicive.
Li gor zanyariyan, îro 13.07.2020an da, Rêvebera Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq bi hemû rêveberên beşên pasaport, tenduristî û asayîşa balefirgehê ra , di derbarê amadekariyan da dê bicive, ku geştên esmanî di dema xwe da dest pê bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hejmarek rênmayiyên taybet di derbarê geştên esmanî da daniye, herwiha tedbîr hatine girtin bo ku geşt dest pê bikin.
Biryare îro 13.07.2020an, di saet 12:00an da, Rêveberiya Balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, bi civîneke çapemeniyê ve hûrgilî û tedbîran aşkera bike bo destpêkirina geştên esmanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin