Idlib - Hema | Esed bi 45 hezar leskeran operasyonê dike

Idlib - Hema | Esed bi 45 hezar leskeran operasyonê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi dijwarbûna şerê navbera komên çekdarên muxalîf ên Tirkiye piştgiriya wan dike û rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-El Nûsra) re, artêşa Sûriyê jî kete nav liv û tevgerê û operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan da destpêkirin.

Li gor çavkaniyên medya erebî, artêşa Sûriyê li bajarê Hemayê li dijî muxalîfan amadekariya operasyoneke mezin dike û ligel wesayîtên leşkerî bi sedan leşkerên xwe şandin herêma Sahel el Ghab a bakurê rojavayê Hemayê.

Çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa rejîma Esed operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan daye destpêkirin û balafirên Rûsyayê jî hatine rakirin.

Herwiha amadekarên operasyonê li Idlibê jî berdewam dikin û hat destnîşankirin ku 45 hezar leşkerên rejîma Sûriyê ji bo operasyonê di amadebaşiyê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin