Joe Biden bi cîgira xwe ya seroktiyê re besdarî li yekem xebata hilbijartinê kir

Joe Biden bi cîgira xwe ya seroktiyê re besdarî li yekem xebata hilbijartinê kir

PeyamaKurd – Namzedê Partîya Demokrat Amerîkayê bo hilbijartinê seroktiyê yên 3yê Mijdarê Joe Biden, piştî ku cîgira xwe wek Kamala Harris destnîşan kir, cara yekem pê re derket xebatên hilbijartinê.

Joe Biden, di çalakîya pêşî ya hilbijartinê ya bi Harris re got: “Kamala Harris bijartineke baş e.”

Çalakîya pêşî ya Biden û Harris li Wilmington ya eyaleta Delawere hat encamdan û ji ber vîrusa korona ji çalakîyên din yên hilbijartinan cuda bû û ji beşdarên çalakîyê û rojnamevanan hat xwestin ku li gorî mesafeya civakî tevbigerin û Biden û Harris jî di nav de li ber rûyê herkesî mask hebû.

Biden pesnê Kamala Harris da û got ku jîr û jêhatî ye û bi tecrube ye. Ew dizane biryarên zor çawa tên dayîn. Ji roja pêşî ve bo karê xwe hazir e. Em her du jî amade ne ku bo vê neteweyê jinûve ava bikin, bixebitin.”

Joe Biden herwiha Serokê niha Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence bi tundî rexne kir û da zanîn ku ew û Harris dê alozîyên ku wan li derveyî welêt û li Amerîka çêkirine ji holê rakin û welêt pêş de bibin.

Kamala Harris jî di axaftina xwe de ser vîrusa korona, nijadperestî û kêşeyên aborî peyivî û dîyar kir, ew bi kêşeyên aborî yên mezin re rû bi rû mane û pêdivîya Amerîka bi rêberîyekê heye ji ber ku serokê wan yê niha ji kesên ew hilbijartine zêdetir girîngîyê dide xwe.

Harris di axatfina xwe de got: “Yê baş ew e ku em ne mecbûr in ku rêvebirîya Donald Trump û Mike Pence ya bi ser neketiye qebûl bikin. Şansê me heye ku em di 83 rojan de bo welatê xwe siberojeke çêtir hilbijêrin.”

Kamala Harris bi bîr xist ku malbata wê koçber e û got ku dîya wê ji wê re digot ‘Tiştekî bike’ û wê jî kiriye.

Li gorî raporta Dengê Amerîka, biryar e namezdbûna Joe Biden û Kamala Harris, di hefteya pêş de li Civata Neteweyî ya Partîya Demokrat bi awayekî fermî were pejirandin.

Ew civat dê çar rojan bi piranî onlayn bidome û çaverê ye ku Serokê berê Barack Obama, Xanima Yekê ya berê Michelle Obama û Hillary Clinton jî di civatê de biaxifin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin