PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump û serokê dewleta Çînê Şi Cinping lihev kirin ku di mijara bazirganiyê de hevdîtinên bidin destpêkirin. Li gor xebera di ajansa Çînê ya Şinhua yê; di zîrwe ya G-20an de ya ku li Japonyayê li bajarê Osakayê hat kirin, her dû serok hatin cem hev û di ser sietekî de hevdîtin kirin.
Ajans ragihand ku her du serok di mijara bazirganî û aboriyê de li ser esasê wekheviyê û rêzgirtinê, bo car din dest bi hevdîtinan bikin, biryara xwe dan. Li gor nûçeyê; wê Amerîka îlawe tarîfeyan bo Çînê daneyne û heyetên her dû welatan dê li ser mijarên aborî û bazirganî muzakereyan bikin.
Ev jî tê awteya ku di bazara navdewletî de, wê hinek rihetî û aramî bikeve bazarê. Di vê hefteyê de, di mijara aboriyê de hatibû ragihandin ku dinya bi bihayê 6 trîlyon dolara deyndarê Çînê ye ku rêjeyeka gelek zêde ye.Ev tê vateya k udi bazara dinyayê de ciyê Çînê gelek fireh e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin