Çewlig bi hêza pileya 4.2 hejiya: Li 3 bajarên din jî hat hîskirin

Çewlig bi hêza pileya 4.2 hejiya: Li 3 bajarên din jî hat hîskirin

PeyamaKurd - Li bajarê Çewligê yê bakurê Kurdistanê îro danê nîvro erdhejek çêbû ku li 3 bajarên din jî hat hîskirin.

Li gorî ragihandina Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Turkiyê (AFAD) erdheja ku li demjimêr 12.22yan çêbûye navenda wê navçeya Karliova ya Çewligê ye û pileya wê jî li gorî rîxterê bi hêza 4.2 ye.

Hat diyarkirin ku bandora erdhejê li sê bajarên Erzîngan, Erzerom û Xarpêtê jî çêbûye û li wan bajaran jî hatiye hîskirin.

Derbarê ziyanên erdhejê de ti agahî hîn nehatine ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin