PeyamaKurd - Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir, DYA hewil dide ku Ewropa bike beşa herî mezin a hêzên Rojavayî (Welatên Ewropî) ku wê li Sûrî bimînin.
Di civîna Kongreya Amerîkayê de Pompeo bersiva pirsa Senatorê Komarî Lindsey Graham ya derbarê leşkerên Ewropayê ku dê li Sûriyê bimînin da û got: “Helbet, ev e ya ku em niha li ser wê gotûbêjan dikin.”
Hêjayî gotinê ye piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî û têkdana DAIŞê li Sûriyê Tirkiye gefên bo operasyona ser Minbicê û Rojhilatê Firatê li ser hêzên kurd berdewam dike.
Li demeke wiha Hevpeymana Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike alîkariyên leşkerî bo HSDê berdewam dike û Amerîka jî destûrê nade ku Tirkiye bikeve nav hewleke êrîşa ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin