Îranê mosekeke veguheztina bo fezayê ceriband

Îranê mosekeke veguheztina bo fezayê ceriband

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê cara yekem moşekeke fezayê bi navê Hespê Îmam Huseyîn ceribandiye ku 500 kîlomtre ji erdê bilind bûye.

Televîzyona fermî ya Îranê şevê din dîmenê hildana moşeka navborî belav kir ku mebesta wê şandina peykan (satelayt) bo valahiya fezayê ye.

Berdevkê Beşa Valahiya Esmanan a Wezareta Berevaniya Îranê ragihand, ew moşek 500 km ji erdê bilind dibe û ji bo yekem car jî wan sotemeniya hişk jibo hildana moşekê bikar aniye.

Hat diyarkirin ku di wê ceribandina moşekî de, tenê moşek hatiye avêtin û ti peykek bi xwe re nebiriye valahiya esman.

Televîzyona fermî ya Îranê daye xuyakirin ku navê wê moşekê Zulcenne ye ku navê hespê Îmam Husên e.

Moşeka hatiye avêtin 25.5 metre dirêj e û giraniya wê jî 52 ton e ku kariye 500 kîlometran ji erdê ber bi esman ve bilind bibe.

Hêjayî gotinê ye, dem û cihê avêtina wê moşekê ji aliyê medya Îranê û berpirsên Îranê ve nehat zelalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin