PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi telefonê pêywendiyek pêkanîn, hat ragihandin ku Macron ji bo rewşa însanî ya li Efrînê metirsiya xwe aniye ziman.
Koşka Elyseeyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku: "Macron pêywendiyeke telefonî li gel Erdogan pêkaniye û metirsiya xwe nîşan daye ji ber rewşa însanî ya li Efrînê, her wiha jê xwestiye ku rê bidin ji bo ku alîkarî derbas bibe."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin Macron ji Erdogan re gotiye ku, “Şerê li dijî DAIŞa terorîst tiştê herî giring e ji bo Fransayê" û xwestiye ku hemû aliyên li Sûriyeyê "Bi lez rêzê ji biryara rawestandina şerî re bigirin".
Hêjayî gotinê ye ku Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku Erdogan ji hevtayê xwe yê Fransî re aciziya xwe aniye ziman ji ber "Wan îdîayên ne-rast ên li ser operasyona Efrînê."
Erdogan gotiye ku "Ti bingehê wan îdîayên li ser Efrînê tine ne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin