PeyamaKurd- Çapemeniya Fransayê ragihand ku bo aramkirin û kontrolkirina xwepêşandanên li dijî dewletê, serokê Fransayê Emmanuel Macron xwe amade dike da xelkê di heyva gulanê de bibe referandûmê.
Ragihandin ji aliyê kovara heftane ya bi navê Journal du Dimanche de hat kirin. Kovar dibêje ku ji niha de sîparîşa pûsûlayên dengdanê hatine dayîn û hukumet dixwaze bi hilbijartina Parlementoya Awrûpayê re di 26 ê gulanê de referandûmê bike.
Journal du Dimanche dibêje di nava pirsên referandûmê de dibe ku ji yekî zêdetir pirs hebin. Weka: Divê ku jimara parlementerên parlementoyê bê kêmkirin? Divê ku muddeyê parlementeriyê bê kêmkirin?
Dibe ku di nava pirsan de pirsên sosyoekonomîk hebin. Ev jî di dîroka Fransayê de cara yekê ye ku referandûmeka weha dê çêbibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin