PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro di çarçoveya aloziyên navbera Rûsya û welatên Rojava li ser pirsa Ukraynayê de, serdana Rûsyayê dike û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re dicive.
Macron herwiha biryar e piştî serdana Rûsyayê û civîna bi Putin re, roja pişt re serdana Ukraynayê bike û bi serokê wî welatî re jî bicive.
Li gor berpirsên Fransayê, di çarçoveya koma Normandî de Macron wê daxwazê ji Putin bike, danûstandina ligel Ukraynayê dirêj bike û zêdegaviyên cudaxwazên Ukraynayê li rojhilat rawestîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin