Macron talîmata 'vegerandina nîzamê' da hikûmetê

Macron talîmata 'vegerandina nîzamê' da hikûmetê

PeyamaKurd Piştî tundiya bi rojan a li Fransayê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi wezîran re hevdîtinek pêk anî.

Li Fransayê ku hemû bijarde, Rewşa Awarte jî di nav de, ji bo vegerandina aramiyê li ser maseyê ne. Serokomar Macron li Qesra Elysee bi Serokwezîr Elisabeth Borne û Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin re hat bal hev û li ser rewşa welêt gotûbêj kirin.

Di civînê de Macron telîmat da wezîran ku her tiştî bikin da ku aramiyê li welat vegerînin, di heman demê de ji wan xwest ku lêkolînek demdirêj bidin destpêkirin da ku fêm bikin ka li Fransayê çi diqewime.

Macron ku wê sibê bi Seroka Meclisa Neteweyî Yael Braun-Pivet û Serokê Senatoyê Gerard Larcher re bicive, wê bi 220 şaredarên ku di 4ê Tîrmehê de li Qesra Elyseeyê ji ber xwepêşandanan bandor bûne re hevdîtinê bike.

HEJMARA DESTESERKIRINAN NÊZÎ 3 HEZARAN BÛ

Dîsa 45 hezar polîs û cendirme ji bo pêşîgirtina li bûyeran li seranserê welêt wezîfedar in.

Qedexeya derketina derve ya bi şev li 10 bajaran berdewam dike, li gelek herêman jî çûnûhatina gel hatiye rawestandin.

Hejmara kesên ku ji roja ewil a protestoyan vir ve hatin desteserkirin gihîştiye 3 hezarî.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin di civîna ewlekariyê de daxwaza binçavkirinên nû kir.

Bûyerên ku li Fransayê veguherî tundiyê, piştî Belçîkayê li Swîsreyê jî belav bû. Li Lozanê 7 kes hatin desteserkirin.

 
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin