Macron û Johnson axivîn: Em ê alîkariya zêdetir bidin!

Macron û Johnson axivîn: Em ê alîkariya zêdetir bidin!

PeyamaKurd – Koşka Elysee ya Fransayê ragihand ku îro 10ê Tebaxê Serokomarê Fransayêı Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, li ser mijara hevkariya zêdetir bo Ukraynayê pêwendiyeke telefonî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herdu aliyan biryardariya bo hevkarî û alîkariya zêdetir a leşkerî, mirovî û aborî bo Ukraynayê anîne ziman û diyar kirine ku wê hevahengiya hevpeymanan di vê mijarê de di asta bilind de be.

Herwiha hat gotin ku Macron û Johnson "Krîza xidayê ya ku şerê Ukrayna-Rusya bûye sedema wê gotûbêj kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin