Peyama Kurd – Hikûmeta Malêzyayê ragihand ku wan daketina keştiyên bar ên bi ala Îsraîlê ya benderên wê qedexe kirîye. Hikûmetê wek sedemê vê helwestê jî, “di şerre li Xezzeyê de pêknehanîna prensîbên mirovî yên bingehîn” nîşan da.
Serokwezîrê Malêzyayê Enwer Îbrahîm di derbarê şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezzeyê de îro daxuyanîyek da û got ku wan barkirina keştîyên ku ji Îsraîlê re kelûmel dibin jî bi şêweyeke lezgîn qedexe kirîye.
Enwer Îbrahîm di daxuyaniya xwe de navê şîrketa herî mezin a keştiyan a Îsraîlê ZIM a ku di 2002an de ji bo dakeve benderên Malêzyayê destûr wergirtibû da û got: Ew destûr hatiye betalkirin.”
Enver Îbrahîm her wiha angaşt ku biryarên ku wan di derbarê keştiyên ala Îsraîlê de standine wê bandoreke neyînî li bazirganiya Malezyayê neke.
Malezya bi Îsraîlê re têkiliyên dîplomatîk nîne.
Piştî ku Hamasê di 7ê cotmehê de êrîşî Îsraîlê kir, artêşa Îsraîlê li Xezeyê operasyon da destpêkirin. Di encama êrîşên Hemasê de, li gorî çavkaniyên Îsraîlê ji 1.140î bêtir mirov hatine kuştin û nêzîkî 250 kes jî dîl hatine girtin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya girêdayî Hamasê ye jî, ji ber êrîşên Îsraîlê piraniya wan jin û zarok 19 hezar û 667 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hamas ji aliyê gelek welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve weke rêxistineke terorîst tê dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin