Malikî: Kesê Barzanî pistgiriyê bidê dê serokkomarekî bihêz be

Malikî: Kesê Barzanî pistgiriyê bidê dê serokkomarekî bihêz be

PeyamaKurd – Piştî civîna li gel Fûad Huseyn, Nûrî Malikî ragihand, ew “hêviya serkevtinê ji berbijêrê PDKê yê bo posta serokkomariya Iraqê re dixwazin” û tekez kir, ew di vê baweriyê de ne ku “Fûad Huseyn dikare alîkarekî baş be jibo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.”

Nûrî Malikî ragihand: “Em dixwazin weke berê Kurd berbijêrek bo serokkomariyê hebe, lê belê em di navbera du bijardeyan de ne; yan fraksyonên Kurdistanî yekî diyar bikin weke berbijêrê Kurd, an jî di nava parlamentoya Iraqê de li gorî rêkevtina aliyan deng li ser bihê dan.”

Malikî herwiha da xuyakirin, pêwendiyên wan li gel PDKê û YNKê baş in û got, ew hêviya serkevtinê ji berbijêrê PDKê Fûad Huseyn re dixwazin.

Malikî diyar kir, “eger ew (Fûad Huseyn) serok be û Barzanî piştevanê wî be, wê sedemek baş be jibo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin