Nêçîrvan Barzanî û Malikî ji bo çareserkirina pirsgirên siyasî civîyan

Nêçîrvan Barzanî û Malikî ji bo çareserkirina pirsgirên siyasî civîyan

PeyamaKurd - Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel lîderên Çarçoveya Hevahengiyê civiyaSerokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Bexdayê de, bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re rûnişt. Di vê civîna stratejîk de, mifteya çareserkirina krîza siyasî ya Iraqê û avakirina hikûmeta nû hatin nirxandin.

Hikûmeta nû û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê

Di civînê de her du aliyan tekez kir ku divê hikûmeta nû ya federal li ser bingehekî wisa were avakirin ku bersivê bide daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê û li hemberî astengiyên vê qonaxê rabe.

Nêçîrvan Barzanî amadekarî  Herêma Kurdistanê nîşan da ku ji bo serxistina vê pêvajoyê hemû piştgirî û hevkariya pêwîst pêşkêş bike. Mijareke sereke ya guftûgoyan jî çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû; her du alî li ser wê yekê heman fikrî de bûn ku divê ev pirsgirêk li ser bingeha destûrê û bi rêya karê hevbeş werin çareserkirin daku aramî û serweriya welat were parastin.

Bandora rewşa navçeyê û pêşeroja Iraqê

Lîderên Çarçoveya Hevahengiyê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Serokê Herêmê anîn ziman û nêrînên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo çareserkirina aloziyan bilind nirxandin. Mijareke din a giring a civînê, bandora şer û rageşiya li herêmê ya li ser Iraqê bû. Aliyan tekez kir ku divê Iraq ji metirsiyên pevçûnên herêmî û aloziyên derveyî were dûrxistin daku tenahiya welat neyê xerakirin. Ev hevdîtin wekî gaveke giring ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî û derbasbûna ji krîza siyasî ya heyî tê dîtin.