Masry el Yom: Erdogan serokê ÎSÎDê ye

Masry el Yom: Erdogan serokê ÎSÎDê ye

Nivîskara rojnameya Misrî Masry el Yom Sahar Caara,  gotarek di derbarê ÎŞÎDê de nivîsî û serokkomarê Tirkîyê Erdogan wek serokê ÎŞÎDê bi nav kir.

Caara, bal kişandiye ser wê yekê û dibêje: “Heger dinya bêdeng bimîne wê derxistina Tirkîyê û ÎŞÎDê ji Sûrîyê pir zehmet û bê mecal be.“

Sahar Caara, di berdewama gotara xwe de behsa têkilîya Tirkîyê û terorîstên ÎŞÎDê dike û dibêje: “ Yek ji armanca Xelîfeyê Osmanî Recep Tayyip Erdogan ew bû ku êrîşî kampa Ain Îssa bike û endamên ÎŞÎDê ji wê kampê rizgar bike. Wek tê zanîn, piştî êrîşê 785 endamên ÎŞÎDê ji kampê reviyan. Tê zanîn ku li Sûrîyê 12 hezar şerkirên ÎŞÎDê û malbatên wan hene. Meha çûyî rojnameya New York Post eşkere kiribû ku ji 2012an ve îstîxbarata Tirkîyê bi çavdêrîya Erdogan cebilxane û pare tedarik dike, karmendên gumrikên Tirkîyê çavên xwe ji derbasbûna rayedarên ÎŞÎDê re digrin, li ser gelek girtîyên ÎŞÎDê pasaportên Tirkîyê derdikevin. Rojname radigihîne ku keça Erdogan Sumeyye li Ruhayê nexweşxaneyek ji bo dermankirina brîndarên ÎŞÎDê vekiriye. Di belgeyên Wikileaksê yên 2016an de 58 hezar nivîs û posteyên zavayê Erdogan Berat Albayrak eşkere bûbûn ku çawa petrola ku ÎŞÎDê ji Iraq  û Sûrîyê didizî, difrot derve.“

Caara, mijarê tîne ser Erdogan û Kurdan jî û dibêje: Erdogan dibêje min 40 milyar dolar li penaberên Sûrîyê mesref kiriye. Lê heman Erdogan li Rojavayê Kurdistanê Kurdan û sivîlan qir dike. ÎŞÎD wek bombeyekê di destê Erdogan de ye. Baş e, Erdoganê ku heşt salan ÎŞÎD xwedî û perwerde kir, wê wan bi ku de bişîne? Ev bombeya ku di destê Erdogan de ye wê tenê çongê li Ereban neşkîne, wê li ber herkesî biteqe. Wê terora ÎŞÎDê bi destê Erdogan li seranserê cîhanê belav bibe û bi vî awayî wê kesek nikaribe hesab ji Erdogan bipirse û wî darizîne.“

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin