Mattis pistî biryara Trump a Sûriyê bi nameyekê îstifa kir û got...

Mattis pistî biryara Trump a Sûriyê bi nameyekê îstifa kir û got...

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis nameya karvekişandinê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şand ku ev name piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê tê.

Mattis di nameya xwe de ji Trump re dibêje, “Mafê te heye tu bi wezîrekî berevaniyê yê di fikrê xwe de re bixebitî.”

Mattis di nameya xwe de dide xuyakirin, ‘Pêwîste Amerîka ji bo parastina hevbeş hemû hêza xwe bikar bîne.’

Serokê Amerîkayê Trump jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku dê Mattis bi pileya mezin a şerefê malnişîn bibe.

Biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bi taybet li Amerîkayê rastî bertekên tund hatiye ku gelek senator û karbidestên Amerîkî dixwazin Trump vê biryara xwe ya bêyî şêwra kesî kiriye daye, paşde bikişîne û meydanê ji Rûsya, Îran û DAIŞê re nehêle.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin