PeyamaKurd - Koordînatorê berê yê Koşka Spî bo Rojhilata Navîn Brett McGurk ragihand ku pêwîst e Fermana 13emîn di destûra nû ya Sûriyê de cih bigire, ji ber ku ev ferman bi awayekî fermî mafên gelê kurd nas dike.
McGurk di daxuyaniya ji bo Kurdistan24ê diyar kir ku divê civaka navdewletî û hikûmeta Şamê jî fedakarî û qurbanîdanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî terorê de nas bikin û rêzê li xebata wan bigirin.
Derbarê paşeroja Sûriyê de, McGurk anî ziman ku armanca wan her tim dîtina Sûriyeyeke yekgirtî bûye û di serdema şerê DAIŞê de wan ji nêz ve bi HSDê re kar kiriye.
Wî da xuyakirin ku hêviya wan ew e di bin siya hikûmeteke nû de HSD bi dewletê re bibe yek, lê wî hişyarî da ku ev prose gelekî aloz e û kêşeyên mezin li pêşiya wê hene.
Di dawiya axaftina xwe de, berpirsê berê yê Amerîkî got ku piştî nêzîkî 60 salan ji êş û azarên gelê Sûriyê, niha hemû alî li hêviya aramiyê ne, lê divê astengî û pirsgirêkên li pêşeroja wî welatî jî bi hûrbînî werin nirxandin.