PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov li ser operasyonên li Ûkraynayê axifî û got ku di şerê bi Ûkrayna re kuştiyên Ûkraynayê 23.367 kesin. Konaşenkov, li ser bajarê Mariupolê jî got ku ji leşkerên Ûkraynayê, leşkerên bi pere û ji tabûra Azov ê hatiye paqijkirin û hêzên Ûkraynayê yên di tesîsên Metalûrjî ya Azovstalê de ne, di bin dorpêçê de ne. Konaşenkov di dewama ragihandina xwe de weha got:
“Sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê li dora bajarê Odessayê, balafira kargoyê ya Ûkraynayê xist. Di balafirê de çekên ku Rojavayî dabûn Ûkraynayê hebûn”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin