Meclîsê, ji bo Tirkiyê nameyek ji Mattis re rêkir!

Meclîsê, ji bo Tirkiyê nameyek ji Mattis re rêkir!

PeyamaKurd- 44 nûnerên Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis re nameyek rêkirin û xwestin ku Amerîka balafirên şêrr yên F-35an nefiroşine Tirkiyê.

Hat ragihandin ku 44 nûnerên Meclîsê, xwestin ku berî gavekê ev teslîmkirin were sekinandin. Endamên Komarparêz û Demokrat bi hev re ev name amade kirin. Tirkiye ji Rûsyayê sîstemên parastinê yê S-400an dikire. Di vê rewşê de heke Amerîka van balafiran teslîmî Tirkiyê bike, dibe ku sirrên Amerîka û NATOyê bikevine destên Rûsyayê de.

Ji xeynî vê, pirsgirêkên Kibris û Îsraîlê jî di nameyê de cih girtin. Nûneran îfade kirin ku Tirkiye li her derê dinyayê li dijî Amerîkayê tevdigere. Tevgerên Serokomarê Tirkiyê Erdogan, antîdemoktratîk in û li dijî berjewendiyên Amerîkayê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin