Medya Amerîkî: Îsraîlê êrîşeke tolhildanê li ser Îranê kir!

Medya Amerîkî: Îsraîlê êrîşeke tolhildanê li ser Îranê kir!

PeyamaKurd – Medya Amerîkî ragihand ku Îsraîlê êrîşeke tolhildanê li ser Îranê kiriye. Televîzyona Dewletê ya Îranê ragihand ku pergalên parastina hewayî hatine aktîfkirin û 3 balafirên bêmirov ên li ser Îsfehanê hatine dîtin hatine îmhakirin. Herwiha hemû seferên balafiran li Îranê hatin rawestandin.

Rayedarê Îranê ji Reutersê re axivî û diyar kir ku ti êrîşeke moşekî pêk nehatiye, lê got, "Teqînên li Îsfehanê ji ber pergala me ya parastina hewayî pêk hatin."

Nûçeya êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê ku yekem car ji aliyê kenala ABC News a Amerîkî ve, li ser bingeha berpirsekî Amerîkî hatibû ragihandin, piştre ji aliyê CBS News û CNN ve ji şopînerên xwe re hat ragihandin.

Li gorî nûçeyên ku ji rayedarên DYAyê nehatine eşkerekirin, Îsraîl bi moşekan li hin xalên hundirê Îranê xistiye.

Hin xal ne tenê li Îranê, li Sûriye û Iraqê jî hatin hedefgirtin.

"Êrîşa moşekî tune"

Di nûçeyên ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hatine belavkirin de hat diyarkirin ku li dijî Îranê êrîşeke moşekî pêk nehatiye. Rayedarên Îranê gotin, "Êrîşeke biçûk bû, me ew şikandin. Teqîna ku li Îsfehanê hat bihîstin, di encama aktîfkirina sîstema parastina hewayî ya Îranê de pêk hat."

DYA: Îsraîl berê hişyarî da ku ew ê lê bixe

Hat diyarkirin ku di civîna operasyona Refahê ya ku doh di navbera DYA û Îsraîlê de hat lidarxistin de, Îsraîlê agahî da DYAyê ku wê di nav 24 an 48 saetan de li Îranê bixe.

Rayedarê Amerîkayê ji CNNê re axivî û bal kişand ser wê yekê ku rêveberiya Biden çira kesk nedaye êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê û Amerîka naxwaze li herêmê şerekî berfireh çêbibe.

Rayedar diyar kir ku Îsraîlê roja Pêncşemê beriya êrîşê agahdar kiribû ku "ew ê li dijî Îranê êrîşeke bisînor pêk bînin" û Amerîka piştgirî neda vê êrîşê.

Wezareta Derve ya Amerîka û Pentagonê hê jî êrişa navborî piştrast nekirine.

Li Îsfehanê dengê teqînekê tê

Medyaya Îranê ragihand ku dengê teqînekê li bakurê rojhilatê parêzgeha Îsfehanê ku baregeha hêzên esmanî ya Îranê lê ye, hatiye bihîstin.

Televîzyona dewletê ragihand: "Çavkaniyên nûçeyan radigihînin ku li parêzgeha Îsfehanê dengê teqîneke bi hêz hatiye bihîstin. Hê çavkaniya vî dengî nehatiye eşkerekirin."

Ajansa nîvfermî ya Fars Newsê li ser zarê çavkaniyên herêmî ragihand ku dengê teqînekê li bajarê Kehcavaristanê li bakurê rojhilatê Îsfehanê hatiye bihîstin.

Fars Newsê diyar kir ku heta niha sedema van dengan nayê zanîn û diyar kir ku bajarê Kehcavarîstanê li nêzî Balafirgeha Îsfehanê û Baregeha 8emîn a Hêzên Hewayî yên Artêşê ye.

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku tesîsên nukleerî yên li bajarê Îsfehanê ne bandor bûne û ne jî cihên nukleerî hatine hedefgirtin.

Heta niha ne diyar e ku li ser bajarên din ên Îranê êrîş pêk hatine yan na.

Li Îranê seferên ku ji ber êrîşê hatibûn rawestandin li gelek balafirgehan dîsa destpê kirin.

Artêşa Îsraîlê: Li Bakurê Îsraîlê sîren tên lêdan

Piştî êrîşa tolhildanê ya Îsraîlê ya li dijî Îranê, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve daxuyaniyek hat dayîn.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li bakurê Îsraîlê sîren tên lêdan.

Rageşiya Îran û Îsraîlê

Îsraîl di 1ê Nîsanê de êrîşî avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Şamê kiribû. Di êrîşê de 2 jê general bi giştî 7 berpirsên Pasdarên Şoreşa Îranê mirin.

Îranê ragihandibû ku êrîşa Balyozxaneya Îsraîlê tê wateya êrîşa li ser xaka wî welatî û ew ê bersiva wan bidin. Îsraîlê diyar kiribû ku ew ê bersiva êrîşa Îranê bidin.

Îranê di 13ê Nîsanê de bi sedan balafirên bêmirov ên kamikaze, moşekên balîstîk û krûze êrîşî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihand ku hin hedef hatine xistin û Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrîşan bi sîstema berevaniya hewayî hatine astengkirin, lê moşekek li baregeheke leşkerî ya li başûr ketiye.

Çapemeniya Îsraîlî îdia kir ku rêveberiya Tel Avîvê biryar daye ku bi awayekî zelal û bi bandor bersivê bide êrîşa hewayî ya Îranê.

Ji aliyê din ve Îranê ragihand ku ew ê bersiveke “bi lez”, “bi hêz” û “berfirehtir” bidin êrîşa muhtemel a Îsraîlê.