Medya Brîtanî rapora FSBê belav kir: “Ti kes newêre ji Pûtîn re têkçûna ser bibêje!’

Medya Brîtanî rapora FSBê belav kir: “Ti kes newêre ji Pûtîn re têkçûna ser bibêje!’

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya Daily Star a Brîtanyayê saziya îstixbarata Rûsyayê FSB ku ketiye şûna KGBê li ser şerê Ûkraynayê raporek amade kiriye ku tê de behsa têkçûna di şer de dike.

Li gorî îdiaya medya Brîtanyayê FSBê raporeke li ser windakirina şer amade kiriye, lê ti kesî nekariye ê newêriye vê ji Pûtîn re bibêje.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di roja 13emîn a şer de Rûsyayê binketineke mezin bi xwe re aniye û hatiye gotin, “Şer zûde hatiye windakirin”.

Daily Starê daye zanîn, dibe ku hejmara ziyanên canî yên artêşa Rûsî gihîştibin 10 hezaran, lê Wezareta Berevaniya Rûsyayê heta niha 498 kes eşkere kirine.

Di raporê de wekî sedema serneketina dagirkirina Ûkraynayê jî; agahdar nekirina bi êrîşê û amade nebûna ji bo dorpêçên welatên rojava hatiye nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin