Mehkemeya Tirkan 2 sal 6 meh ceza da Wekîlê HDPê

Mehkemeya Tirkan 2 sal 6 meh ceza da Wekîlê HDPê

PeyamaKurd - Parlamenterê HDPê yê parêzgeha Dilokê Mahmut Togrul di doza ku dihate darizandin de 2 sal û 6 meh cezaya hepsê xwar.

Parlamenterê HDPê yê parêzgeha Dilokê Mahmut Togrul di doza ku bi îdîaya propagandaya rêxistina terorê kiriye dihate darizandin de 2 sal û 6 meh cezaya hepsê xwar. Mahmut Togrul beşdarî rûniştina li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn nebû lê parêzerên wî amade bûn.

Parêzerên Togrul diyar kirin ku di axaftinên wî de hêmana sûcê tune û daxuyaniyên wî di çarçoveya azadiya ramanê de ne.

Dozgerê komarê di mitalaya xwe ya der barê esasê de diyar kir ku di sibata 2016an de li Dîlokê sirûda qaşo ya PKK/KCKê gotiye di axaftina ji bo 250 kesî û gotinên wî yên heman Adarê yên li Pazarcika navçeya parêzgeha Gumgumê çalakiya Newrozê de gotin propagandaya rêxistina terorê ne û xwest ku bê cezakirin.

Heyeta mehkemeyê biryar da ku gotinên bersûc ên di çalakiya li Gumgumê de sûcê "propagandaya rêxistina terorê" nîne lê belê di çalakiya xwe ya li Dîlokê de sûcê ku dixin sitûyê wî kiriye û biryar da ku bersûc bi 2 sal û 6 meh cezaya hepsê bê cezakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin