PeyamaKurd – Pêşniyar hatibû kirin ku dewleta Fîlîstînê bi temamî bibe endamê Neteweyên Yekgirtî lê Amerîka endamtiya Fîlîstînê red kir. Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas bertekê nîşanî vetoya Amerîkayê da û got ku Amerîka qanûnên navdewletî îhlal kiriye û terka soza avakirina du dewletan kiriye.
Abbas ragihand ku wê têkiliyên xwe yên dewletî bi Amerîka re car din di ber çav de derbas bike. Abbas got:
“Dinya hemfikre ku hûqûqa navdewletî bicîhbîne û li cem xelkê Fîlîstînê ye lê Amerîka îşxalê destek dike. Zorê nade Îsraîlê ku jenosîdê rawestîne. Destekê dide Îsraîla ku zarokên me dikuje, malên me xerab dike û fonan dide Îsraîlê. Di formên navdewletî de li hemberê me disekine, di herêmê de ciyê xwe di rewşên ku ji îstîqrarê xizmetê nake de distîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin