PeyamaKurd - Rêberê payebilind ê Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê û Îmamê Necefê, Sedir El-Dîn El-Qubbancî, di xutbeya Înê de bangeke lezgîn li ciwanên Iraqî kir.
El-Qubbancî daxwaz kir ku ciwanên "bawermend" xwe ji bo şerekî muhtemel ê bejayî yê di navbera Amerîka û Îranê de amade bikin da ku piştgiriya "Îslam û Şîîtiyê" bikin.
Ev bang piştî raporên li ser plana artêşa Amerîkayê ya ji bo desteserkerina depoyên uranyûmê yên Îranê hat. Tê îdiakirin ku Serok Donald Trump fermana operasyoneke bejayî ya berfireh daye. Li aliyê din, rayedarên Îranê ragihandin ku 7 mîlyon xwebexş amade ne çekan hildin û hişyarî dan ku heke Amerîka êrîş bike, ew ê hevalbendên Washingtonê yên li Rojhilata Navîn bikin hedef.