PeyamaKurd: Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di rêya telefonê de bi serokkomarê Azerbeycanê bi Îlham Aliyev re axifî. Pezeşkiyan bi sedema desteka Azerbeycanê ya ji bo Îranê ya di warê mirovî de sipasiya Aliyev kir.
Mesûd Pezeşkiyan li ser axaftina bi Aliyev re di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Ji bo birayê xwe Aliyev, bi sedema hukumet û xelkê Azerbeycanê desteka daye me, ez sipasiya wan dikim. Milletên dost û bira di wexta zor û zahmetiyan de hev dibînin û her çendîn koka medeniyeta wan kûr be, ev pêwendî ew çend xwurt dibe.”