PeyamaKurd-Ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ve hat ragihandin ku Mîhenga Rûs a Pasîfîkê; ji 40î zêdetir keştiyên şer daxistine Okyanûsa Pasîfîkê û dest bi rahênanê kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku ji Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê hat ragihandin, ji 40î zêdetir keştiyên şer û 20 balafir û helîkopter, li Okyanûsa Pasîfîkê dest bi rahênanê kiriye. Hat ragihandin ku di rahênana îro hat destpêkirin de Amîral Sergey Avakyants, fermandariyê dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Di dema rahênanê de grûpên keştiyan, dê bi hewavaniya behirê re li binbehirên sexte yên dijmin bigerin; ev rêbaz dê organîzasyona parastina grûpên keştiyan ên hewayî pêk bîne û dê li hedefên rûqal û hewayî jî rahênanên şer bên kirin. Her wiha dê organîzeya hêzên behirê yên lojîstîk jî werin rêvebirin.”
Hat ragihandin ku dê rahênanên li Okyanûsa Pasîfîkê, heta 10ê Hezîranê bidomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin