PeyamaKurd - Piştî nûçe û ragihandinên li ser derbasbûna nav Minbicê ya artêşa Sûriyê çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wan dike, nehiştine ti hêzeke ji derve bikeve navenda bajarê Minbicê.
Artêşa Sûriyê gotibû, wan li ser daxwaza gel anku YPGê ala xwe li Minbicê bilind kiriye, lê çavkaniyên herêmê dibêjin, hêzên Sûriyê neketine nav bajêr ji ber Amerîkayê destûra nedaye wan.
Herwiha heman çavkanî dibêjin, bi qasî 8 hezar çekdarên opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê jî li derveyî Minbicê bicih bûne.
Li gor zanyariyan, li rojavayê bajarê Minibcê hêzên hikûmeta Sûriyê û li bakurê bajêr jî komên çekdar bajar dorpêç kirine û li hûndir jî digel hêzên HSDê hêzên hevpeymaniyê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin