PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku artêşa Sûriyê bi temamî kontrola Minbicê bi dest xistiye û polîsên leşkerî yên rûsî jî li xeta temasa leşkerên Tirkiyê dewriye digerînin.
Li gorî nûçeya medya Rûsî, Wezareta Berevaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kontrola tevahiya bajarê Minbicê ketiye bin kontrola artêşa Sûriyê û leşkerên rûsî jî bi artêşa Tirkiyê re di nav kordînasyonê de ne ku êrîşî Minbicê nekin.
Herwiha wezaretê daye xuyakirin ku polîsên leşkerî yên rûsî di xeta temasê ya ligel artêşa Tirkiyê, dewriyeyê digerînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin