Mîr Selman, li ser Xezayê bi Blinken re civiya

Mîr Selman, li ser Xezayê bi Blinken re civiya

PeyamaKurd- Welîehdê Erebîstana Siûdî Mihemed Bin Selman, bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re hevdîtinek kir û diyar kir ku divê li Xezayê rêz li hiqûqa mirovî ya navneteweyî bê girtin.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Erebîstana Siûdî SPAyê, Mîr Salman li paytext Riyadê bi Blinken re hevdîtin kir.

Hat diyarkirin ku Mîr Selman di hevdîtinê de ew êrîşên Îsraîlê yên armanckirina sivîlan û êrîşên li dijî binesaziya Şerîda Xezayê red dikin.

Li gorî hat ragihandin, Welîehdê Erebistana Siûdî girîngiya xebatê ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên ku dibin sedema mirina mirovên bêguneh nîşan da û got ku

“Divê rêz li yasayên mirovî yên navdewletî bê girtin ku di nav de aramkirina aloziyê û rakirina dorpêça li ser Xezeyê jî hebe. Ji bo ku gelê Filistînê mafên xwe yên rewa bi dest bixe û bi lez û bez bigihîje aştiyeke mayînde, em ji bo ji nû ve îstiqrar û pêvajoya aştiyê pêk bînin dixebitin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin