PeyamaKurd – Rayedarên Misirê ragihand ku ji ber noqbûna keştiya geştiyariyê ya li Behra Sor, 16 kes di nav de winda bûne û 28 kes jî hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de ku ji teref hikûmeta Misirê ve hat dayîn piştî ku li peravên Behra Sor a Misirê keştiyeke geştyarî noq bû, hat diyarkirin ku 12 jê biyanî 16 kes winda ne.
Di daxuyaniya Walîtiya Behra Sor de hat diyarkirin ku keştiya bi navê Sea Story ku 31 tûrîst û 13 personel jî di nav de 44 kes tê de bûn li nêzî bajarê Marsa Alamê noq bû.
Hat diyarkirin ku 28 kesên hatine rizgarkirin tenê birînên wan ên sivik hene û yek ji wan jî nehatine rakirin nexweşxaneyê.
Waliyê Behra Sor Amr Henefî got ku raporên destpêkê nîşan didin ku ji nişka ve pêlek mezin li keştiyê rabûye û di nav 5-7 deqîqeyan de noq bûye.
Henefî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hinek turîst di şûna xwe de bûn, ji ber vê yekê nekarîn birevin. Ofîsa walîtiyê got ku ji keştiya ku roja yekşemê ji Porto Ghalib li Marsa Alam bi rê ket û plan kir ku di 29ê mijdarê de vegere Hurghada Marina, saet 05:30 sibê banga tengahiyê hat wergirtin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin