PeyamaKurd – Di civîna wezîrên derve yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku li Washingtonê hat lidarxistin, Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî li dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava daxuyanî dan û got, Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyê guhertineke demografîk pêk bîne û hişyarî da.
Wezîrî Misirê wiha axivî: “Ev êrîş wê rê li ber şerê li dijî DAIŞê bigire û guhertineke demografîk li herêmê çêbike ku ev yek xizmeta siyasetên Tirkiyê yên berfirehkirinê dike.”
Samih Şukrî destnîşan kir, wê Misir piştgiriyê bide çareserkirina aloziya Sûriyê û diyar kir ew dê ji bo şerê li dijî DAIŞê û terorê bixebitin û yekparçebûna Sûriyê biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin